EVÎNA TE!
EVÎNA TE ...!
Çavê te rengê biharê
Tu seva li serê darê
Rû sore ji liba hinarê
Tuyî xwîn şêrînî yarê
Zimanê te xweş şêrîne
Xweş ciwan û nazenîne
Wek bihara warê mine
Tu tev hev jîn û evîne
Evîna te xewnik xweşe
Ser dilê mi b'zêr neqşe
Çavê reş û dîmen geşe
Dil ji evîna te nexweşe
Evîna te ji min dûre
Birîn xedar birîn kûre
Hêsirê çava dibar hûre
Yar evîna te bê qûsure
S Mêrdînî 19.08.2021
Yorumlar
Yorum Gönder