ZERIYÊ GUNDA
ZERIYÊ
GUNDA
Zeriyê gunda,
çûne qirşan
Şalwar li bejnê,
li gor piştîyan
Şal û berpiştik,
li pişt girêdan
Çi rind û şêrîn,
zeriyê gundan
Qirşik girêdan,
dan ser piştan
Hevre meşîyan,
li rêgeh û rêkan
Bedew û xweşik,
tev wek horîyan
Havîn demsala,
zore li gundîyan
Qirşik anîn ne.
li ser bêderan
Ciwana xwestin,
bikin alîyê wan
Li gel wan zeriya,
gewr û esmeran
Wê xweş bikin,
şûn loda qirşan
S.M 14.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder