BAXÇÊ GULAN
BAXÇÊ GULAN
Bêhnek ji şahîya dilan,
çûme nav baxçê gulan.
Ser gulên keskesorî,
fîxan û zarîna bilbilan.
Gotim; bilbil çi heware,
pir giran li ser te bare.
Dengê te tim diçe banî,
gazî û qêrîn, zare zare.
Got; wawîk û gur û rovî,
ewan biyanî yên bi kûvî.
Pez kovîya min kedî bû,
kovîya mi xwarin b'hovî.
Min dî kalek bi gopal bû,
ewî kul û xem li bal bû.
Kalê nûraniyê bi qûwet,
li ser xwe û berberî bû.
Gotim; kalo bi xemgînî,
derd û kul û bi axînî.
Wek mi tu jî derd giranî,
dil û cergê mi dihelînî.
Got; axîna min ji dile,
xemgînî ya mi bo gule.
Rengê keskesor û zere,
ne azade min dil kule.
Ger bipirsî ew reng çîye,
Gewdê b'xwîn û zevîye.
Li gerdûnê ew navdare,
bi xwîna sor, hêşîn bûye.
Bê wê gerdûn tûj û tahle,
lê digerim ne li male.
Min jîn nîne bê wê vale,
ji derdê wê bûme kale.
Gulek wilo nayê gotin,
b'zîv û zêra naye firotin.
Ewe sebra cerg û dilî,
bi wê hinav têne sotin.
Bejna tay rihan zirave,
kemera ji zêrîn li nave.
Bê wê gerdûn reş û tarî,
geş e wekî roj û tave.
Ji dilê mi derna keve,
dev û diran lêv li heve.
Wekî eşqa mem û zînê,
li gel bi rastîyê teve.
S Mêrdînî 24.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder