BIBIN YEK
BIBIN YEK?
Ew kurdê me yên nezan
Bûne bende yên neyaran
Xwe firotin tev bi erzanî
Ax û xaka xwe,dan toran
Ez dikim fîxan û hewar
Dil şewitî û dil birîn dar
Nezan çûnin rex neyar
Ez û em mane xembar
Nezan wek mirî razaye
Ji mêj ve, ne a nihaye
Him bê hiş û ser gêjin
Ew ji dijmin ra belaye
Herkes bû xwedî dewlet
Em tenê man bê serwet
Ez dil bi kul û kovan im
Bibin yek, û bibin millet
S.Mêrdînî, 09.06.2019
Yorumlar
Yorum Gönder