ZERÎ GULEK!
ZERÎ GULEK.
Zerî gulek hêja ye
Por sor gulî hûna ye
Fîstan sor li bejna ye
Kevanî ya mala ye
Caran qend û şekire
Serî hişke dil ji kevire
Hincar wek das, bivire
Cerg û dilê min dibire
Zerî ez evîn darim
Bi êş û jan û hejarim
Ger ne bêjim nikarim
Ez ne dîn û ne harim
Zerî birçî yê teme
Bend û kuştiyê teme
Ez goriyê bejna teme
Find û rohnîya teme
Zêrî dil bû tijî xwîn
Bendeyê te me evîn
Awirên dijwar kuştim
Dil û hinav kirin birîn
Zerî laş kir birîndar
Birîn kûr e pir xedar
Bes limin bike zilmê
Te ez kirim binê bar
S mêrdînî 27.10.2020
Yorumlar
Yorum Gönder