DIL PIRTÎ BÛ
DIL PIRTÎ BÛ!
Delal ketim, tayek sare
Dil pirtî bû, min heware
Eşq û evîn, ji te dibare
Çi evînek, dil hare hare
Delal bilez, borî bi meşî
Silav dida, hûrik di meşî
Maç ji herdu, lêvan weşî
Li hev badam, rîs û teşî
Xumîn zimîn, li pê diket
Car geş dibû, car vêdiket
Dil û cegera'm bû du qet
Ruh j'nav, laşê mi derket
Bê destûr wê, dilê mi bir
Gawirê tenê, hiştim li vir
Min got, delala dil kevir
Bê dengî, bide min awir
Awir da min, gula baxan
Bê war û bê, hewş û xan
Dil bi sot bi, agirê dojehê
Rojên bête bi, qîr û fîxan
S,mêrdînî, 05.10.2020
Yorumlar
Yorum Gönder