GAZINDE
GAZINDE?!!!
Dilxweşî û şahî nedan min
Jînek bê ken bû para min
Çar parçe bûn warê min
Ya Rebb navêm ev jîne
Temen derbas bû pêncî sal
Jînek nexweş her dem tehl
Ez li biyanî yê bûme kal
Ya Rebb navêm ev jîne
Ez mirovim kanê warê min
Ne azad zar û zimanê min
Dijmina qedexe kirîya li min
Ya Rebb navêm ev jîne
Wek xelkê min jî divêt jîyanê
Azadî ji bo war û kurdistanê
Ji bo bi rûmet bim li cîhanê
Ya Rebb navêm ev jîne
S Mêrdînî 17.08.2021
Yorumlar
Yorum Gönder