REWANÊ!
REWANÊ!
Rewan bi nav û dengî
Çiqa bedew û çelengî
Bi rewş û him bi rengî
Ez jibo te bûme bengî
Zozanên te pir hênikin
Gul û beybûn û kulîlkin
Çiya,û,zinarê te bilindin
Berf,baran tim lê dikin
Bihar wa hatî ye xuya
Çi bi kenin deşt û çiya
Şîn bûne, mêrg û giya
Dema seyran û şahiya
Kanî yên te, av zelalin
Vedixun jê kar xezalin
Hawir bi nêrgiz û lalin
Stran bi dengê bilbilin
S mêrdînî 18.11.2020
Yorumlar
Yorum Gönder