LIGEL WARÊ MIN MÊRDÎNÊ
LIGEL WARÊ MIN MÊDDÎNÊ
Çima nehat ligel min
Te ez helandim lê dînê
Na pirsî li rewşa min
Delal û rind û şêrînê.
Wexta ku çav lerizîn
Awir bi xwe mêrkujin
Xwîna laşê mi dimêjin
Ay kûr dikin vê birînê.
Zehf hêjayî li ba min
Tu bihayê emrê min
Were hisreta dilê min
Em xweş bikin evînê.
Di awirande te hilînim
Ji bo ez te têr bibînim
Di çavande bi hebînim
Em bi hev re bijîn dînê.
Ger dilê te min bixwazî
Li seyda meke nazî
Bi dilxweşî û serfirazî
Ligel warê min mêrdînê.
S Mêrdînî 18.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder