ROJ BI ROJ
ROJ BI ROJ.
Roj bi roj dihelim yarê
Tu qet pê nizanî yarê
Dil û cergê min dikelin
Ji derdê eşqa te yarê
Êş li min giran bû yarê
Ne bijîşk û nûjdar yarê
Êşa minre tune derman
Dermanê min tuyî yarê
Heger bawer nakî yarê
Bi dil û dev bêjim yarê
Bawerke ji te hez dikim
Li çavê min binêr yarê
Dildar dişewitin yarê
Ji wan ne çêtirim yarê
Bi xwelîya vê laşê min
Gora mi pê çêkin yarê
S.Mêrdînî, 05.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder