KÊZXATÛN
KÊZXATÛN.
Kêzxatûna ber çema
Şimamoka di lema
Min hay ji xwe nema
Te xistim kul û xema
Delala mak û kozê
Çav belek enî bozê
Berê min daye dozê
Bêjim çi dibê hema
Te çi xwestî min anî
Firmêskê çavan kanî
Tev li ber te min danî
Dixwazî reqs û sema
Xalxalka rind û şêrîn
Mirov re têne mizgîn
Ji bo êş û jan û birîn
Tu derman nakî çima
Cîhan gelekî mezine
Binêr derya bê bine
Nebi qas evîna mine
Te ez kuştim bi rima
Kêzika hecê hêjaye
Perî û horîya erşaye
Li ser serê min daye
Derd û kulê mi nema
S Mêrdînî 16.08.2021
Yorumlar
Yorum Gönder