BIRÎNA MEYÎ HEZAR SALAN
BIRÎNA MEYÎ
HEZAR SALAN
Birîna meyî hezar salan
Peyda nabe jêra derman
Derman jibo me yekîtîye
Ew jî kesek nîne ziman
J'xew rakin kesê loqman
Em ê pirsa bikin ji wan
Ka halê me wê çawa be
Hûn hekîmin jibo derdan
Ey Hekîmê kul û derdan
Me xelaskin jibin destan
Zû civîna hûn li darxînin
Ji kurda re bibin derman
Wan b'hevra xeber didan
Ev jan û êşa hezar salan
Heta nebe yekîtîya wan
Xelas nabin j'van derdan
S.Mêrdînî 09.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder