XWEŞ MÊVANÎ!
XWEŞ MÊVANÎ!
Lo lo keko, xuşk û bira
Ka em herin rex hogira
Tev keç û xort û siwara
Find û çira li gel xwera
Dil bizot ji pêt û agira
Dinav devê sê lib gura
Pişt şikestîye di nêvîra
Ji destê xayîn û sîxora
Van sîxor û tev neyara
Yê her dost û dest bira
Gundî tev berhev kirin
Agir berdane her dera
Silav dan bi kenkî şekir
Nava gel xwe dûr nekir
Dema şorên dawîn kir
Agir û qêrîn tev hev kir
Kanî dostanî û ka xatir
Ziman xweşo! dil kevir
Tu xweş mêvanî bixatir
We dil û hinav bizot kir
S,mêrdînî 07,10,2020
Yorumlar
Yorum Gönder