EŞQ Û EVÎN!
EŞQ Û EVÎN!
Eşq û evîn digel dîlber
Bax û baxçe sing û ber
Bê sewt û deng û xeber
Dil birîn bi kêr û xencer
Dîlber rim û tîr avêt dilî
Di nava hinavê min helî
Dil firîya bê bask û perî
Li ser sînga dîlber kelî
Dîlber bedew û rinde
Pêş ketî w ser bilinde
Hawir bi sinc û bende
Şevên rêş çira û finde
Bi ebrû reş çav beleke
Perî û horî w meleke
Por reş kezî bi xeleke
Ez jê hez dikim geleke
Şeng û şîn û şepale
Şox û rohnî û şemale
Bejin dirêj wek dehle
Sosin û beybûn û lale
Lêv qend û hingivîne
Xema ji min direvîne
Nêrgiz û gula bibîne
Dil û cergê'mi dihelîne
S.Mêrdînî, 27.03.2019
Yorumlar
Yorum Gönder