NIŞTÎMAN
NIŞTÎMAN!
Niştîman wek bihuşte
Çiya û newal û deşte
Dijmina ji xwe re hişte
Çi bikim çavê mi pêda
Roja ku ez ji te dûrbûn
Çavê mi têr xew nebûn
Hêsirê çava qut nebûn
Wek xunava hûr hûrda
Ez baskê teyrê bazim
Timî li dû te dibazim
Şev û roj ez ne razim
Di xewn û xeyala teda
Rojek bê dilê mi şabe
Derd û kulê mi xelasbe
Şahî li emrê mi siwarbe
Di bihuşta bejna teda
S Mêrdînî 22.08.2021
Yorumlar
Yorum Gönder