SEYDA ÊDÎ BESE BÊJE



SEYDA ÊDÎ

             BESE BÊJE.


Seyda êdî bes e bêje

Rondikê çavan nerêje

Rom û ereb û ecem 

Xayîn û sîxor ji mêje


Rêya me kurda dûre

Xem û kulê me kûre

Xayîn liba dewleta kûr 

L' me dane rim û şûre


Em xayîna binasînin

Lanet tê li wan bînin

Wan ne dînû ne îman

Gurê har dev bixwînin 


Mil b'mila wana derxin

Ji welatê xwe yê şêrîn

Bona bav û bapîrê xwe

Find û çira wan bitefîn


S.Mêrdînî, 13.08.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL