Delala min
dema te xatir,
ji min xwestî,
perda dilê min,
qetîya hêz û zexm,
bi minre nema,
erd û ezman,
li min hejîya,
ji wê rojê vir de,
dilê min maye,
li ber kul û xema.
Zalim bavê,
dema te xatir,
ji min xwestî,
ji ber evîna te,
mişextî bûm,
wê rojê dil firî ya,
bi çol û çiya ket.
Evîn li min,
bû bizotek agir,
xwe ber daye,
ser dilê min
Delala min ...!
S M. 23.08.21
Yorumlar
Yorum Gönder