KÎ DIKARE??
Ji derd û kula,
laşê min bi birîn,
birîn pirr kûr e,
dinale dilê min,
bûye bi jan û êş,
laş ne saxe,
ji kerb û qehra
pirr dinal im,
ji hêrsa dil,
bi ar û bi sot im,
dil perpitî ye,
bê cîh û war im,
dilo, cîh û warê,
ger ku tune be,
dil ji berîya te
naxwaze tu
gul soran,
gelo kî dikare?
derd û kulê
bi min re dijîn,
kesax bike,
gelo kî dikare?
gulsoran ji
darê weşîyayî,
vegerîne şilf û
gûlîyê wê,
gelo kî dikare?
vemirîne ew arê
dil dax daye,
û bihuşta dil
wejîna şûn,
war û axa min ...!
S,M 19.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder