EY NEZANO!
EY NEZANO!
Ey nezano! ma tu korî
Tu ji rastîyê gelekî dûrî
Ma tu gulîstanê nabînî
Hov dikin lê zilm û zorî
Welat kirin tar û mare
Dev bi xwînê gurê hare
Derd û kulê me girane
Dest hovê qirêj gemare
Heçê hovên vê dinyayê
Xwedê bide wan belayê
J'gerdûnê deng dernayê
Hewara me kesek nayê
S mêrdînî. 08.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder