EM BÊ XWEDÎ NE



EM BÊ

       XWEDÎ NE

Em bê xwedî ne

Me zorî pir dîn e

Ji dost û yaran 

Me kes ne dîn e


Me kirin wêran

Li cîhê mêran

L' çiyayê şengal

Bi kujerên giran 


Cehş û hov mar in

Wek gurê har in

Ew dev bi xwîn in

Him zulûm karin


Him wekî wehş in

Ew kerê bidehşin

Tim dikin zir zir 

Zexel û nehsin

 

Ew pir rû reş in

Wek kerê beş in

Gewrik û reş in

Çav li kelbeş in


Heger maf nebe

Wê talan   çêbe

Ger dewlet nebe

Wê  wêran  bibe


Seyda Mêrdînî

08//08//2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL