GOR TARÎ YE!
GOR TARÎ YE
Gor tarî ye pir tenge
Milyaket dike denge
Minkîr nekîr tên gorê
Li tu kesî nakin sebrê
Pirsê wan amadeye
Bertîl li wira tuneye
Çavê wan wek agire
Tune li wir qet xatire
Yan bihuşt yan agire
Her duyan yek li wire
Defin xelas li goristanê
Xelk çûne mame bi tenê
Min fêhm kirî mala min
Mar û dûpişk hat bamin
Li ser sînga min dimeşin
Gurçik û cergê min diêşin
Ew roj, rojek pir germe
Ew germa were ser me
Laş çûye maye çerme
Min ji xwe kire şerme
Evê rêya çûna axretê
Hinavê min agir ketê
Poşmanbûm wê sehetê
Min gazî Rebbê izzet tê
Ne sîberk germ hevîne
Zalim xwe tê de dibîne
Kiryarê xwe di meyzîne
Ji şaşîyê xwe bi xemgîne
Bihuşt ji bo wana nîne
Dojeh dibê ji mire bîne
Lawaz bûme wek hestî
Ardû nema ye ez mestî
Cîhê min gelek dijwate
Zalim hemûçk bê çare
Tev bi hewar û fîxane
Xelasî li cem xwedane
S mêrdînî, 29.04.2020
Yorumlar
Yorum Gönder