DILGEŞ!



DILGEŞ!


Bi evîna mem û zînê

Bi mecala fêr û şînê


Te ez birim pirtî kirim

Ji jîr û hiş bêpar kirim


Kulan bibe evîn bîne

Êşan bibe derman bîne


Van piyalan binoşîne

Kar xezalan neêşîne


Ez azad û meyperestim

Ji evînê ez sermestim


Li gel hevalên dilsozan

Di dergeha dilgeş hozan


Cîh war ewe bihuşt ewe

L gerdûnê warêmin ewe


Ewe cîh kesên bê hişan

L'gel hemî dil serxweşan


Spasî jibo meyxwaran

Bi silûka şêxên mîran


Bi bêhn gula nava rezan

Bi felsefa dilgeş hozan


S mêrdînî 04,10,2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL