BANG DIKIM.!
BANG DIKIM.
Bang dikim xuşk û bira,
mane şerme em razên.
Me meydan daye dijmin,
em li kolana dibezên.
Çar alîyê me û gerdûn,
bi kîn û bexîl bi tinaze.
Ger em dozê nexwazin,
kîyê doza me bixwaze.
Gazî kin keç û xortan,
şêr û jinxasên kurdan.
Bilbil û şalûlên gelî,
jîr û zanyar û merdan.
Rastî maf û dermane,
ji bona kul û derdan.
Derdê me pir girane,
ji destê van nemerdan.
Banga min ji zanyara,
ka ji me ra hûn bêjin.
Wan dilê ku birîndar,
da ku wusa nepêjin.
Kurdîstan ji ferzane,
wekî rojî û nimêjin
Zulûmkar û sitemkar,
tev de xwînê dirêjin
Hozanê kurda bakin,
bi qîr û hewar û gazî
Şex se'îd û seyd riza,
berzanî û tev qazî
Şêr û pilingê kurdan,
egît û cengebazî
Daxwazî ya me ewe,
tev de bigîhên mirazî
S mêrdînî, 05.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder