ÇAR PARÇE YEK BIN
ÇAR PARÇE YEK BIN
Çar parçe yek bin,
hev karê hev bin.
Xwîşk û bira bin,
rohnî ya şev bin.
Bi felsefe, ya xanî,
zelal bin wekî kanî.
Qazî muhamedbin,
ligel serok Berzanî.
Wek Elî yê şêr bin.
ligel seyidriza bin.
Şêx Ebdûsselam,
wekî şêx se'îd bin.
Ger helbestvan bî,
wekî feqîyê teyran.
Ligel ceger-xwîn,
şahîr bin heyran.
Ger can gorî bî,
bibin peşmerge,
Ji bona kurdistan,
li xebat û cenge.
Ger nivîskar bî,
wê hibr û qelem
Da eşkere bike,
nebe tune û elem
Her gel û netew,
xwedanê dewlet.
Ser erd û bin erd,
wê çê be serwet.
Ger kurdîstan çêbe,
dewletek mezin.
Ger nebiyek parçe,
wê bimînin hezin
S M 21.08.2021
Yorumlar
Yorum Gönder