DEMA KETIM!



DEMA KETIM.!


Dema ketim şaneşînê,

şewq û şemal li mida.

Kes nebû li pozberê,

delala min deng veda.


Ez zeriya delalim,

min nav dayî bi nazî.

Ev çend sale ji bo te,

tê kengê min bixwazî.


Ez kulîlka biharim,

ew bilbila deng xweşim.

Li ser dara hinarim,

kar xezala çav reşim.


Tu sîyabend, ez xecê,

ji bo te ez heliyam.

Ezim sîpanê xelat,

dil û hinav keliyam.


Berbû tev amadene,

him tilûr û heçê çûk. 

Tev gerîla û peşmerge,

min bixemlîn bikin bûk.


Ez wekî bûka cîhanê,

ketim çax û bengê xwe.

Li nav baxê gulistan,

keskesora bi rengê xwe.


S Mêrdînî 04.08.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL