LÊ LÊ GULÊ





LÊ LÊ GULÊ.


Lê lê  gulê  gul  nazê

Şêrîn ê  gerden gazê

Hezkirina te di dil da

Şev nahêlin  ez razê


Gula min ji nava gula

Amed ji paytextê dila

Eşq û vîna te ez sotim 

Ji bo te çi di be  bila


Gul naza min ji efrînê 

Dil û cergê'm di helînê 

Deşt û zozan xemilîn

Ji hêsirên çavê evînê


Gul delalê ji mêrdînê

Esmerê xwîn  şêrînê

Ji dil ez jê hez dikim 

Xemên dila direvînê


Gula min ji Qamişlokê

Şewq ronahî ya ro kê

Hezkirina te wê jîn be 

Di nava pelên dirokê


Gula hewler, mahabat

Mebesta şêx seîd hat

Dema gulê em bîn kin

Ji qadî û barzanî xelat 


S.Mêrdînî, 02.07.18

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL