WELAT 1-2
WELAT 1,
Welat soza min bitera,
ez ji te qet dûr nabim.
Heta li dinê ez saxbim,
her gav ezê bitera bim
Welatê min bûka kurda,
li cîhanê te navda.
Cîh û wargeha şêra ye,
derê me pê hilda ye
Serhed, botan û xelat,
cizîr û hewler, mahabat.
Qamişlokê û mêrdînê,
Amed û zaxo û efrînê.
Pîroz û bimbarek be,
bi xweser û azad be.
S.Mêrdînî 17.08.2020
WELAT 2,
Bi xayîna bawer nabin,
xayîn tev wek rovîne.
Em ji wan qet hez nakin,
ew kolê li pey xelkê ne.
Em li wan silav nakin,
wan ne dîn û îmane.
Em bi wan bawer nabin,
ew xulamê xelkê ne.
Kurmê derê ji darê ne,
xayînê me ji malê ne.
Kurmê derê ji darê be,
wê çawa gelê rizgarbe.
Reng û şiklê me dane,
yar û dostê xelkê ne.
Bi dev dost dil neyarin,
dibêjin em tev birane.
Bi jehrin wekî dûpişkin,
wek pisîka li dû mişkin.
Dijminên gelê xwe ne,
keftar û gurên çolê ne.
Wan ne namûsû rûmet,
em ji wan bê hêvîne.
S Mêrdînî 18.08.2021
Yorumlar
Yorum Gönder