YARÊ ZEND HILDE
YERÊ ZEND HILDE
Yarê zend hilke
Tu alî min bike
Melkemot hatî
Zor li min dike
Ruh hatye qirikê
Vê gav û kêlikê
Li cem min neçe
Xatirê xwedê kê
Min re av bîne
Ser mi bixwîne
Firîşte dûr bike
Min di tirsîne
Minne destnimêj
Ne kirim nimêj
Bomin lava bike
Sekerat'am dirêj
Heval no rûnin
Ma hûn nabînin
Firîştên mewtê
Ruhê'm distînin
Firîşte l'rex min
Li ser sînga min
Xûr xûr xistî ye
Di bedena min
Nayê bêhna min
Ronî ya çavê min
Sekinî ye ziman
Firî ji destê min
Milk û malê min
Fê de nade min
Ne dost û ne yar
Ne jî zar ê min
Seyda mêrdînî
03//05//2021,
Yorumlar
Yorum Gönder