BERFÎN
BERFÎN ....
Berfîn xwe da şaneşînê
Dilê mi ji xwere direvînê
Pêjgîr desmal di destda
Jibo min dike baweşînê
Bejin zirav, ji tay rihane
Por dirêj gulî biqeytane
Gewrek spî wek nûranî
Derdor jibo wê heyrane
Find û çira bi çavê şîne
Awirên wê min diêşîne
Dil û cergê mi dihelîne
Min li dû xwe dimeşîne
S.Mêrdînî, 31,07.2020
Yorumlar
Yorum Gönder