ROJAVA QET NAÇE JIBÎR
Rojava qet naçe ji bîr
Kuştin ciwan, kal û pîr
Tev zarokê li ber pêsîr
Kurdê bi jîr nakin jibîr
Xayîn û hov cem neyare
Dijî kurda bûn gurê hare
L' gel neyar dike barbare
Neyar li paş xayîn likare
Hin malbat tev hate kuştin
Mal talan kir tişt ne hiştin
Bav û dayik û zarok kuştin
Destê xwe bi xwînê şûştin
Hezarê salan kurd bibirîn
Birîn kûre tim jê diçe xwîn
Kurdê hov bi kerb û bikîn
Ya Rebbî em mane hezîn
Seyda Mêrdînî 07.06.2018
Yorumlar
Yorum Gönder