DIKIM HEWAR
DIKIM HEWAR
Li ser vê rêya dijwar,
min herdemê heware.
Ta ji bo wê rojekê,
li welat bibe bihare.
Ez herro dikim hewar,
tu kes nake guhdare.
Kurdê nezan û hejar,
tucar ew nabin şîyare.
Roja me nêzîk bûye
tîrêjên wê xuya ye.
Rojê tarî têk çûye,
herder gul û giha ye.
Gulê şîn û keskesor,
roja zer di navda ye.
Baxçe yên êşa eve,
li cîhanê navda ye.
Ez aşiqê wê bûme,
rim û tîr li dilda ye.
Zerî ya keskesorî,
Çav û ebrû kilda ye.
S Mêrdînî 08.08.21.
Yorumlar
Yorum Gönder