AX LÊ LÊ DÎNÊ



AX LÊ LÊ DÎNÊ.


Ax lê lê dînê, dîna minê 

Roj û çira w finda minê 

Kebanî ber mala minbû 


Ji bo çi çûye dîna minê 

 Dînê derket nava mala 

Serser qote pişt hevala 

 Cilên xweyî nava malê 

Guh ne de tu ap û xala 


 Dînê bilez çû ser banî 

Tev guharû tev gerdanî 

Ser hişkê bi lêvên kenî 

Li serê seyda dike fenî 


 S Mêrdînî, 29.08.2021.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL