KURDISTAN
KURDISTAN
Kurdistan tu pir dizanî,
derdê me gelek heye.
Hevîya me her dem,
ser bixwe bûna teye.
Çima maye parçe parçe,
ji mêj te deng neda ye.
Kuştin û talan û sotin,
şer û ceng para meye.
Sedê salan maye bendî,
tu di dest dijmin deye.
Beg û axa û xwîn mij,
qet ne xêr xwazê teye.
Ev beg û axa hemûçk,
yekin neyarê kalê teye.
Geh bi kotek ew dixun,
malê te gazinde ji teye
Ma çi bûye ku carekê,
tu bi serbest, azadî bijî.
Heyf û tola xwe bistînî,
ji neyarê xwe xwîn mijî.
Mêrdînî her tim dinale,
wek şexmûs ê dil birîn.
Ew şerpeze û belangaz,
tim bi hezîn û xemgîn.
S Mêrdînî 29.10.2019
Yorumlar
Yorum Gönder