MIROVÊN BAŞ!



MIROVÊN BAŞ!


Mirovên baş û bedew 

Jê çênabe vir û derew

Ew tim paqij û bi jînin 

Hîşyarin ew ne dixew


Başîya wan berdewam

Bi kêf û bi xweşî û tam

Li her civatê, tim zilam

Bi hurmet û bi selam


Her demê ew navdarin

Him aqildar û zanyarin

Di nava gel da serdarin 

Xwedan îman û oldarin


Dermanin ji birîndara

Xêr û xebat bi hezara

Li nav gund û nav şara

Rehm dibar lê bi bara 


S Mêrdînî, 24.07.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL