XWE FIROŞ



XWE FIROŞ!


L'hember zimanê kurdî,

neyarê kurd bi xweye.

Bê ziman û bê netew,

ma qey welatek heye.


Ewên kurdê xwe firoş,

du heb laşên cudane.

Yek bê hêvoj û nezan,

ê din bo qûrîşû perane.


Hinbûn xwedî mal genî,

hin jî di hemberî pera.

Dijmin bi wan dikenin,

xwe firotin wek kera.


Neyarê serbixwene,

ew dijminê welatin.

Bê dewlet û serwerî,

kîjan netew serketin.


Dibên em tev birane,

ma cîhan hemî dîne.

Neyarê netewa kurd,

qet kurda nahebîne.


Kurdên meyî têkoşer,

ew kurdistan dihebîne.

Yên dibên em birane,

ka ew leşkerê kîne.


S Mêrdînî 30.08.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL