EZ RAZA BÛM!



EZ RAZA BÛM?


Îro nava rojê,

ez raza bûm.

Gelek xewn ê,

ecêb dî bûm. 

Bi kêf xweşî,

hişyar bi bûm.  

Xewnik baş bû,

pê şa di bûm.


Xewn ê wusa,

ez ne dî bûm.

Aşitî li her der,

ez dîti bûm.

Her derê welat,

rizgar bûye.

Kêf xweşî û,

xweserî dî bûm.


Zorî zor destî,

qet nema bûn.

Welatê min,

rizgar bi bû.

Zêç û zarok,

bi hev re bûn.

Şahî û seyran,

li her der bû.


Top û tiving,

qet nema bûn.

Ne sîxor û ne,

leşker ma bû.

Tirs û saw û,

zulm nema bûn.

Azadî, serbixwe,

li her der bû.


Hemû mirov,

bi yek keser ê.

Kesên gewr û,

reş, sor û zer ê.

Kurd bûne yek,

dest dane hev.

Jîyan xweş bû

ye, li her der ê.


Seyda Mêrdînî  

21//08//2021,

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL