KEÇÊN BOTÎ
KEÇÊN BOTÎ
Keçên botî rindikin,
wek indeko ya nav giya.
Ji mêj bi nav û dengin,
wek kulîlkên li çiya.
Keçên botî xweşikin,
bejin ji dûr diyare.
Ebrû reş çav belekin,
rû narîn wek hinare.
Taca zêr li ser serin,
li cîhanê bedewin.
Şewq û şemal jî evin,
Çira ronî ya şevin.
Bi heybet û bi hêzin,
wekî wan kesî nedîye.
ew şêr û him jinxasin,
li warê xwe bi xwedîye.
S Mêrdînî 03,04,2021
Yorumlar
Yorum Gönder