DÎLBERA MIN



DÎLBERA MIN.!


Dîlber tu dildara minî

Tu ew rêya dilê minî

Carek binêre ez benî

Li min hejar û rebenî


Dîlber te ez kirim gêje

Awirên te min dikuje

Peyv û gotaran dibêje

Dil û cegera mi disoje


Dîlber tu gul û nêrgizî

Nazenîna dilê min dizî

Ew dijminên aqil rizî

Ken ji herdu lêvan dizî


Dîlbera min tu sorgulî

Ew kakilka nava dilî

Cîhan ji bo te xemilî

Ji bo tene deşt û gelî


S Mêrdînî 18.08.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL