CÎHAN HEMÛ ME DINASIN
CÎHAN HEMÛ
ME DINASIN
Welatê min bê sînore
Tev talan û dagirkere
Bax û baxçek bêsince
Dijmin dinav de diçêre
Li gerdûnê em bêxatirin
Rovî û sîxorrê me pirin
Em wekî pezê bê şivan
Lîstikê nav pençê gurin
Kurd wek çûkê bêhelînin
Em qet hevdu nastirînin
Lewma em wek sêwîyan
Hawir dorê me kemînin
Jiber ku em bê dewletin
Em netewek bi rûmetin
Cîhan hemû me dinasin
Em ji hev re bê qîmetin
Em ji xelkêre dost û yarin
Hevdu re wek gurê harin
Li welat xelk, li geşt yarin
Em mişextin li erda sarin
S mêrdînî. 01.12.2020
Yorumlar
Yorum Gönder