AGIR BERDAN
AGIR BER DAN.
Agir berdan gundê min
Zar û zêç ber çavê min
Birîn xwîn tê nase kin
Wê çawa be halê min
Ar hawirdor gund danî
Ez bang kirim wî siltanî
Şûr kişandim diwî xanî
Xwîn herikî ye wek kanî
Min bang kir kalê mezin
Emir bi ser me de lezin
Neyar û hov hemû dizin
Rûmetê ji me dixwazin
Dayik ser hevdu di girîn
Sed xwezî ji mera mirin
Esl û fesil em naguherin
Gund ji neyar ra nahêlin
S.Mêrdînî 15.08.2020
Yorumlar
Yorum Gönder