Kayıtlar

Mayıs, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

ŞÊRÎN Û XWEŞ!

Resim
ŞÊRÎN Û XWEŞ! Şêrîn û xweş bi dengî Delal xwedî sê rengî Kesk û sor û him zerî Li dijî dijmina xencerî Mircan, gevher xweşikî Dilê keç û xortan pakî Cîhê bilind xweş li serî Tu jibo herkes serwerî Tu taht û lat û zinarî Xwedî netew û warî Tu gulî nîşana kurdî Kurd bi te ser bilindî Jor de bilind difirî Tu li çiyan pire pirî Ji bo dilan dermanî Tu li gerdûnê erzanî Jîna te her dem xûne Dîrok te tim di xwîne Tu ne bax û bîstanî Ne jî havîn sivistanî Tu gula li ser destanî Welatê mi kurdistanî S mêrdînî. 14.11.2020

HÊVÎ YA XWE!

Resim
HÊVÎ YA XWE! Hêvîya xwe ji dilovaniyê nebire. Yezdan efû ger û qencî kare. Bi gihê kê ji wî re dibe ware.  Dilopek ava jîn û bexte ware. Ger bê qutkirin baran ji jore. Ji însan û ajal û erd re zore.  Kanî û mêrg, gîha û dar bere. Erd û ezman bi baranê gere. Xwedayê me Rebbê jor û jêre. Lava dikim tim bi zare zare.  Seyda û rê hevalê wî bê çare. Ya xweda firîşteha bişînî heware. S Mêrdînî 20/01/2021

CAN Ê ŞÊRÎN!

Resim
CAN Ê ŞÊRÎN Xwedayê min daxwaziya cîsm û narîn. Tevlî jîn û jiyan, gerdûn û can ê şêrîn. Bi dil û can me bi rê kirin çûn ji dinê. Şehadet anîn ez divêtim bi rebê jorîn.  Xwedayê mezin laşê rizî sax dikit. Mirina b'şeref û b'rûmet jîn dibit. Gelek şad û bext û serdil şewatî. Jibo yezdan min hiştî ye jîna şêrîn. Pêxember agahdar nake tu şexsî. J'halê min seyda ez dûrî mêrdîn ê. Min ne xeme j'qetandina gerdûn ê. Ji bo qetandina welat ez dikim şîn ê. S Mêrdînî 16.01.2020

DIL BIÊŞ IM!

Resim
DIL BIÊŞ IM! Eve halê min evdalekî dil biêş im. Jibo qêrîna zarokê welat diêş im. Ji cîran re ez xêr xwaz û yar im. Ji rebena ez mîna zozan û war im. Ji bo wan ez gelekî deyn dar im. Mîna ava delavan pirr bi kar im. Hevaltî ya bi xayîn re ez dûr im. Li hember dijmin ez wek mar im. Ji bona welatperwerî ez li kar im. Ji ber welat lewra bi pêt û ar im. Wek bîna xweş ji sosin û gulzar im. Wê kêlikê dibêm qey ez bihar im. Li me kurda bike rehmê xwedêyo!. Rê windayî b'hewar û bê çar im. Seyda mêrdînî 21/1/20

EVÎN 1

Resim
EVÎN 1 Dûr ketina ji te, ez har û dîn kirim.  Eşq û evîna te, dil bi kul û birîn kirim. Ez ji bona te, ava kanîya bi jîn im. Evîn tu min bike mêvanê dilê xwe. Ezê te bikim ronahî ji bo çavên xwe. Yan jî bigerden kim li ser laşê xwe. Evîn ezê sîng û beran ji tere bikim. Paşîv û porê herîrî yên bi kezî zer. Li derdora xwe ezê dor bend bikim. Bi deng û sewt, bi awaza gazî kim. Strana di guhên te de bi deng kim. S mêrdînî 18,10,2020

GUNDÎNO!

Resim
GUNDÎNO! Ca werin gundîno werin Were gundê xwe binerin Kes nema ye hemî çûne Xanî xera û wêran bûne  Nemaye av, li gelîyanda Av ziwa bûye, di bîranda Kes nayê hewara gunda Ez mame pişt deriyanda Koşk û xanî hilweşyane Derî û pace ji ber dane D'gunde tu kes nemane Ne da'wet û ne seyrane Hey gundîno wilo nabe Derd girane çare nabe Min bêrî ya gund kiriye Li xerîbîyê tebat nabe S mêrdînî, 03.11.20

KOVAN Û XEM!

Resim
KOVAN Û XEM! Kovan û xem, derd û kulê dilan Meha nîsan û  adar û gulan Her sê mehê biharin gelekî xweşin Hatiye dema ve bûna bûkikê gulan Dema hêşinahîya mêrg û dar û bax Meha pûşper û tîrmeh û tebax Her sê mehê havînin gel geş dikin Hemû kes dixebite di bîstan û bax Min dil tê de hezar xebat û kar Meha îlon û cotmeh û mijdar Her sê mehê payîzin pel diweşin ji dar Lewma dûr ketim ez ji dilber û yar Meha berfenbar û çile û li duwa Him digel sibata zîn û newa Bayê kurr li min cewr kir ye hewa Her sê mehê zivistan rihetîya mirowa. S mêrdînî. 23.11.20

ZIMANÊ ME!

Resim
ZIMANÊ ME! Zimanê me pir şêrîne Xweş, rind û nazenîne Wek bihara rengîne Him jîne û him evîne Zimanê me pir xweşe Dilê me bi wî geşe Ger te erk û xizmete Tê ziman bibî pêşe Ger ziman biçe pêş Kêm bi derd û kul û êş Zimanê kurdî şêrîne Wek hingivê safî mêş Kesê bê ziman lale Bê dost û bê hevale Wekî kalê ber pale Bê bav û dê û xale Pariyek goştê nerme Ne hestî û ne çerme Him xweş û him şêrîne Bê ziman jîyan şerme Ziman mifteya nave Ronîya her du çave Bi roj ew şewqa tave Him dê û him jî bave S mêrdînî 17.10.17

AMED BINER!

Resim
AMED BINER! Amed biner li efrînê, çi agir ser de dibarî. Maye li ber dil êşê, bi qêrîn û bi zarî. L bax û dar û zeytûn, lê dinêre bi dilbirîne. Zar û tîp cur bi curin, dibînin xem civîne. Ew jî wek te b'xemgîn, bê hogir û hevale. Ger çi dibê bi cesûrin, wek şêx seîdê kale. J dewra osmaniyan, heya niha hêsîrî. Di qeyda aqlê sivik, belangaz û feqîrî. J'bo navê dîn û îman, xulam û dergevanî. Di çol û deşt û zozan, ji bona dijmin şivanî. J nav we girtin kuştin, welatparêz û serwer. Di şûn egîd û şêran, hiştin keftar û diz,ker. Efrîn xweş û şêrîn, kirin der jîr û zane. Hov û sîxûr û xayîn, kirin talan bi tekane. Gelek zana tev birin, xistin heps û zîndana. Nîşan û nêçîr kirin, civandin li meydana. Rom û e'reb û e'cem, wan ne dîn û îmane. Weke dûpişk û marin, j'bo me daye fermane. Milet ji bo te nexweşin, gerdûn bona wan tarî. Kul û derdan dinoşin, ketin destê neyarî. Çar perçe hev bipirsin, çi ye êşa me kurdan. L hember hev bigirsin, bi êşa jan û derdan. Rêya rastiyê diz

Hz MUHAMMED (s.x.l)

Resim
Navê Muhammed         (s.x.l) Navê Muhammed, bibêje her deman. Naqedin qet lênûsk, pênûs, zar û ziman. Darên dinê ger tev pênûs, derya hibir. Wê jê re çê bi bin, kanî, rûbar û nehir. Hemû gerdûn, însan, û cin, firîşte û 'am. Tev bibin zanyar û nivîskar, ta qîyam. Nikarin wesf û pesnê, bejn û bala wî bidin. Herdem ew bi geş e, şewq û tîrêj jê diçin. Kesên ku guhdarî, van pesnên Nebî. Dilovaniya yezdan, li gora mirîyê webî. Jibo Resûl bêhejmar, rêz û silavên b'şewat. Ta hûn hebin li dinê valanek dev j'selewat. S mêrdînî 15.01.2021

GAZÎ DIKIM

Resim
GAZÎ DIKIM! 1 .... Gazî dikim heçê serok Qamişlo, mihabat, dihok Amedê civînan li darxin Yekîtî yek çekin bi kok Welatê me tev serwete Pêwîste bik ne dewlete Yekîtî dibêm her wexte Hember neyara helbete Dijmin li me  gurê hare Gerdûn l'me kir ne tare Ger kurd hebe hev kare Gerdûn b'me qet nikare 2 .... Ey nezano ma tu  korî Ji rastîyê tu gelkî dûrî Ma tu kurdîstan nabînî Hov dikin lê zulm û zorî Welat kir ne tar û mare Dev bi xwînê gurê hare Derd û kulê me girane Dest kesê qirêj gemare  Heçê hovên vê dinyayê Xwedê bide wan belayê J'gerdûnê deng dernayê Hewara me kesek nayê 3 .... Kesên dike  şerê bira Ji  bona  dirav û pera Dibe nêçîrvan ê  gura Tucar  tune jê re sera Welat  firot in  neyara Bi  ewro  ya  bi dolara Bi  bimba  û bi  teyara Ar pêxist gelî û zinara Bijî ji wan kesên delal Ç'rind dike keda zelal Qenc û huba dilê gele J'gel bersiv him sewal 4 .... Ez kurdim bi dilovanim Dil nerm û aşitî xwazim Li dinyayê deng dayî me Ezbin destîyê naxwazim Mêrxas û cenga

GUL PERÎ BÛ!

Resim
GUL PERÎ BÛ! Delalê wek heyva şeve Yarek b'eşq û evîn teve Ar berda dil derna keve Dil bire bigerma xweve Gul perî bû an jî horî bû Çav bikuj bû ew zerî bû Kar xezala pez kovî bû Pir rind û ew serperî bû Awirên çavan aşiq kirim Evîn kirim gel xwe birim Bi eşq û evîn bi dil kirim Wekî li e'zmana di firim Delalê  êşa li nava dile Saf baxçeyê bi sorgule Bext ku neda ye bilbile Bilbil tim bi derd û kule Delal seyda birîn dare Birîna wî pirkûr xedare Zulmê ê dî bes lê bike Li gel te ew stû xware S mêrdînî. 22.10.2020

ZERÎ ZAR WEK ŞEKIRIN

Resim
ZERÎ ZAR WEK                    ŞEKIRIN Zerîyê gulek hêjaye Por sor gulî hûnaye Eşq û evîn li hindaye Zerî kebanîya malaye Zerî zar wek şekirin Serî hişke dil ji kevirin Hincar wek das, bivirin Cerg û dilê min dibirin Zerîyê ez evîn darim B'derd û kula hejarim Ger ne bêjim nikarim Ez ne dîn û ne harim Zerî ez birçîyê teme Hêsîr û kuştiyê teme Girtî yê bejna teme Find û rohnîya teme Zerî dilbû derya xwînê Bende warê te evînê Dil ser te qîr û zarînê  Te dil kir xem û birînê Zerî te ez kir birîndare Birîna min pir xedare Bese li min bike zilmê Zerîyê xistim binê bare S mêrdînî 27.10.20

BINEFŞ ŞÊRİN!

Resim
BINEFŞ ŞÊRİN! Binefş şêrîn û evîndare Kevok kurka li ser dare Rind û xweşik û kubare Nazî ya neke ew nikare Nazîya evîn li ser çava Dest bi hine kilê çava Dil nazenîne malî ava Binevşa min ji rojava Eşq û evîn gel hev jîne Wek evîna memo û zîne Ez û binevş digel vîne Malbat bi hev dihebîne Eşqa dilêmin gundîye Sêva  sor  û  xelatî  ye Weke hîva li çar de ye L' ser ez bûme bengîye Mêrdînî maye bêçare Li hêvîya dost û yare Dil û cergê min bi are Jibo binevşê zare zare S mêrdînî. 15.11.20

ME GO BIRANE

Resim
ME GO BIRANE Ji mêj me go birane, ca meyzînin halê me. Dijminê gelê xwene, wêran kirin malê me. Ji kobanê diçe axîn, bajar xera kir bira. Binêr l efrîn tax b'tax, bira tev kirin xera. Talan û mal wêrane, ar û pêt û şewatî. Vana çito birane, çewa dibên biratî. Rom, ereb, ecem bûn, li me tevdîr gerandin. Dest de şûr û kêr bûn, pê serê me firandin. Kurdno ji hev dûr nerin, xayîn wek marê korin. Dewlet li pişta wanin, ew tev şivanê neyarin. Divêt ku em azad bin, bibin yek mil bi mila. Xak û ala meş bikin, bidin hev gurzê gula. S mêrdînî. 11.11.2020

EY WELAT

Resim
EY WELAT Ey welat tu pir dizanî, derdê me gelek heye. Hevîya me herdem, ser bixwe bûna teye. Çima maye parçe parçe, heta îro te deng neda. Kuştin û talan û sotin, şer û ceng pehra meye. Bi sed salan tu maye, di bin destê neyar. Beg û axa û xwîn mêj, qet ne xêr xwazê teye. Ev beg û axa hemû, yekin neyarê kalê teye. Geh bi kotek ew dixun, malê teya gazin ji teye. Ma çi bûye ku carekê, tu jî bi ser bestî bijî. Heyf û tola xwe bistînî, j'xwîn mijê kalê xweye. Mêrdînî her tim dinali, wek şexmusê  dil birîn. Ew şerpeze û belangaz, tim xemgîn û hiznê teye. S mêrdînî 29.10.2019

GELÎ XUŞK Û BIRA

Resim
GELÎ XUŞK Û BIRA Ey gelî xuşk û bira, ma ne şerme tu razî. Te meydan da dijmin, tu li kolana dibazî Çar alîyê te û gerdûn, bi kîn û henek tinazî Ger tu dozê naxwazî, kîyê doza te bixwazî Gazî kin keç û xortan, şêr û xezalê kurdan Bilbil û şalûlê gelî, jîr û zana û merdan Rastî û heqî dermane, ji bona kul û derdan Derdê me pir girane, ji dest van nemerdan Banga min ji zanyara, ka ji mera hûn bêjin Wan dilê ku birîndar, da ku wisa nepêjin Kurdîstan ji ferzane, wekî rojî û nimêjin Zulûmkar û sitemkar, tev de xwînê dirêjin Hozanê kurda bakin, bi qîr û hewar û gazî Şex se'îd û seyd riza, berzanî û tev qazî Şêr û pilingê kurdan, egîd û cengebazî Daxwazî ya me ewe, tev de bigîhên mirazî S mêrdînî, 25.10.20

WÊRAN KIRIN

Resim
WÊRAN KIRIN Wêran kirin gund û bajar Koçber bûne feqîr û jar Sîxûr belav bûne li kar Hov û xayîn dikin bazar Keko biner li gir û hûra Mindal û dewleta kûra Tirk û e'reb ji bo e'bûra Em dane ber rim û şûra Deng û qîr çû semayê Şeq û şeq xistine rayê Kurdê dûr ketine tayê Li badivin wekî bayê Xera kirin kolan û tax Kobanê qesr û qonax Li efrînê baxçe û bax Ji gel diçe qêrîn û wax Gerdûnê wek me nîne Li kurda kuştin û xwîne Nav me da xulam dîne Xwîne bi wana dirijîne Hewara me di çe banî Xwîna me çû wekî kanî Ne bûne yek ji nezanî Hevî ma xaliqê rehmanî S mêrdînî. 21.10.19

HEYE MIZGÎN

Resim
HEYE MIZGÎN Heye  mizgîn bê te dil Vemirin  ev derd û kul Derman bibe çavênşil Welat  bibe  baxê  gul Welat  tev de bihuşta Dijmin ji xwe re hişta Bav  û  kalê meyî dîn Tev firotin bi benîşta Kuştin bi kerb û bi kîn Newal tijî bûye ji xwîn Kengî ji bo me mizgîn Divê azad bim b'lezgîn Ez seydayê mêrdînim Herdem ez bi qêrînim Dil û cergê min b'birîn Tim l'benda mizgînim. S mêrdînî. 07.11.20

GER WELATO!

Resim
GER WELATO! Ez bi gorî me bivî rengî Welatek bi nav û dengî Tu netewek bi ahengî Aşiq kirim bûme bengî Evîndara te, ez xwarim Wek karxezala bi xurim Bo wê hezîn û bi jarim Ji çavan hêsir di barim Evîn ji bo min bû xelat Ger ez nebînim welat Ez ê bibim vala û rizî Ger welato nebe felat Sê kurm ketin laşê min Dirandî cerg û dilê min  Jîr û zanist kes nehişt Xirab kir pergala min S mêrdînî. 12.12.20

ÇEP GERÎYA FELEK

Resim
ÇEP GERÎYA FELEK Dilê min l'cem dîlberek Li min çep geriya felek Mam d'nav kul û derda Pir êş li min bûn peyda Roj bi roj ez dibim kal Gelo  wê çawa be hal Pişt xûz bûye mane dal Rojên diçin naçe ji bal Rih û por li min bû sipî  Kêm bû hêza dest û pî Xortanî ya min bihurî Ciwanî ji min çû dûrî Tiştê ji mêj naye bîr Diyar re ez bûme pîr Li min tarî bûne çav Nikar im bavêjim gav Jiyana min îro bûye jar Weke salên kevn û par Min bawerkir bûme kal Ezê çi bikim milk û mal Hember dijminê neçar Bûme xemgîn û bêçar Îro  ez  mame bi tenê Dûr bûm ji kêf û kenê Li xeman bûme sekan Ji min re bûye mekan Îro kes guh nade min Cih û war firot dijmin B serê hişk û wek kevir Dijmin welat ji xwer bir S mêrdînî, 04/01/2021

ÇIMA CANO!

Resim
ÇIMA CANO! Bi zewq û eşqa te rê kir temenê xweyî hêja Çima cano! hişyar nabî ji vê zilma tu dûr nabî Wekî  pûş û kerengê payizî hişk temen çûyî Şermê nakî tu kal  bûyî ji xewa kûr hişyar nabî  Er ê xorto ! emir kino ! d'van çend rojê tu xortî  Xebat bike şev û rojan ma  tu kalî qe bîr nabî Îman warê te bit xorto! kerem karê te bit cano! Xebat barê te bit berxo! li pey bextê xwe bizano! Zû vegere ji wan timtêlê xwe yî pîs û qirêj  cano ! Ji gelê xwe lê borînê bi sed   caran bixwaz cano!  Ev sermaye ji  yên  hêja, evan  rojên te ye dîlber! J'dest herin evan  rojan ji  par re na yên  cano ! J'wanan tu çi ji xwe re bi bî kar û kare berxo! S mêrdînî 16/02/20

GER TU PIRSA MIN DIKÎ

Resim
GER TU PIRSA                  MIN DIKÎ Ger tu pisa min dikî,      ka rewşa min çi hale Piştî te dît ez çewa me, bûme kalê ber pale Ev çend rojan bê halim, dikim pir nale nale Dimeş im bi sê lingan, lingê taze kopale Cihan tijî zulm kare, ji derdê dijmin ne hale  Xwezî bi wî kesî hişyar, neke ji xwe re hevale Tê da bike jîyanê, ne ku ji neyar bi be  male Nekin fen û xapandin, bikin keda helale Dikî fîda heq nadî, tu bidî dil pê dibe zelale  Seyda mêrdînî dixwaze, xelas be ji vê sewale   Bike xebat û kare xwe, bila cîhê te bit newale  Xebata xwe rast bike, gemarî ne xweş hale S Mêrdînî, 05.01.18

JI DÛR DENG TÊ

Resim
JI DÛR DENG TÊ .... Ji dûr deng tê guhê min Nale nala kurdistan tê Agir ketiye nav dilê min Rabin ser xwe xebat tê Nalîn têne guhê min Çi nalînek dûr û kûr Agir berda cergê min Derudor tev bûye sûr Dil dixwaze te bibînit Çi bikim tu gelkî dûrî Findê her kesî vêket Findê me tevd vemirî Neyar girtîye her deran Derdor gund û bajaran Em tenê mane westan Şûn wêran û dîwaran Ji xewê rabin binerin Dora me tev neyarin Li topan guhbidêrin Serme wek berf dibarin Nebin naşî û nezanî Her kes xwe kir rêzanî Derd û kulê me ewe  Tu xwe zanîst bizanî S Mêrdînî           13/10/2023

BIBIN YEK

Resim
BIBIN YEK Dijmin me nakin bira J'mer nabêje ser sera   Çiqa bi hev nexweşin Ji bo me tim zik reşin Hevî dikim ji bo xwedê Ji bona xatirê bav û dê Bibin yek dest bidin hev Beriya li we ne bûye şev Em tev herin welatê xwe  Em bikin kar û barê xwe Xweşî û başî bê welat Ji gulistan bibin xelat Kurdistan bikin bihuşt Em ava kin hemû tişt Ji mêj ve ji wer dibêjim Êdî ez nizanim çi bêjim Neyar malê me xwarin Em ji hevdu ra xedarin Hin kurdê me hişyarin Kes li wan ne guhdarin Derd û kul pir giranin Gelek kurd qe nezanin Cîhan tev li me neyare Ji hevdu ra dost û yare Em guhê xwe nadin hev Karê me dev davên hev Tê me bahozek navser Ji hev ra em weke kêr Em  bi  zor  û zor darî Li hev dikine  çav sorî Ji mêj ve kurda gotîye Min jî ji wana girtîye Kurmê darê ne ji darê Dar tucar nayên xwarê Derdê me kurda pirin Gelek di vê rê de mirin Azad  nakin  tu  warî Li hemberî  vî  neyarî Hêvî dikim ji we gelek Bo xwedê em bibinyek Lê gava em nebin yek Em ê herin yek bi yek  S mêrdînî. 24.10.2020

BI RENG Û RÛYÊ

Resim
BI RENG Û RÛYÊ Ne be heval û hogirê, bêbextê ser kêşan. Beramberî ya bi wan re, her wekî jarr û jane. Hevaltî ya neyarê jîr û bi dad, baş û rind. Ji nizm bûna ser kêşan, pirr çêtir bizane. Bi reng û rûyê zimanê xweş nexapin. Pir ê kar û barê mirovan, tevlî hev û ziyane. Bi kal û pîran, mezinan re rabe rûnên. Rûniştina bi wan re, wek baxên bihuştane. Ger sed hezar gulê tî, bê av bin li çiyan. Ji bo mirovên  hêjan, re xweş zozane. Bes e ma heye, ji ava heyatê wê de. Ger were kanî yê, tu kesek pê nizane Ya Rebb kurdê cur bi cur li kurdistan  Tu wan tim bi parêze ta axir zemane S mêrdînî, 02.01.21

BI DU PÊ HER WEKÎ ÇARIN

Resim
BI DU PÊ HER                 WEKÎ ÇARIN L' ba ereb, ecem û roma Zimanê min qedexe ye Her tişt li ba wan he ye B tenê zarê kurdî tineye Hin kurd ji bo wan bave Wek marê kor liber tave Ji bo ser kursî w dirave Jîn l'me kirin êşa zirave Ji wan pirskin kurdî ye Dil li cem neyarê wî ye Ew dijminê gelê xweye Ji bo hestî yan kole ye Ji ber wan ketime tayê Ez nikarim bînim rayê Serê wan kadîna kayê Giyan çûye qalik mayê L' hemberî çanda meye Mêrkujê qewmê xweye Ji ber ku ew bê kêrin Dil êş têk çûn tê he ye Bûne wek kurmê darin Li dij gelê xwe neyarin Bi du pê her wekî çarin Hov tim li wan siwarin S mêrdînî. 08.12.19

EZ CAN GORÎ JI BO WELAT

Resim
EZ CAN GORÎ                JI BO WELAT Warê min xweş welatî Dinav ar û pêt û şewatî Em ji bo te bi kêr nehatî Ez can gorî ji bo welat Bê pêşeng tim sekanî Tu bê serek bê şivanî Wargeha derd û kulanî Ez can gorî ji bo welat Tu warê mem û zînî Dil û cergê min dihelînî Tu termê min dikizînî Ez can gorî ji bo welat  Dilê te cizîra botane Mixabin îro/j xopane Cirîd davêj in kotane Ez can gorî ji bo welat  Çiyayê cudî tev agire Xwîn li ser pêç digire Cîhan ji bo te li şere Ez can gorî ji bo welat Çiya û zozan tev ave Çem û kanî û delave Li nav newalan belave Ez can gorî ji bo welat  Ji bakûr heya rojhilat Li çiyayê sîpan û xelat  Ji başûr heya mahabad Ez can gorî ji bo welat Derdê welat ji mêj dirêje Neyar û hov nav navêje Ji ramana serê min gêje Ez can gorî ji bo welat Kes arê dilê me natefîne Herderê welat dişewtîne Dinya me li hev nacivîne Ez can gorî ji bo welat Welato tu ne mêr kujî Bêzar, ziman nikarî bêjî Ji ber wisa tu gelkî gêjî Ez can gorî ji bo welat S Mêrdînî 29,05,2021

NEYAR HOVIN LI DINYA YÊ

Resim
NEYAR HOVIN               LI DINYA YÊ Neyar hovin li dinya yê Bawerî qet bi wan nayê  Dest wan ketine belayê Wekî  pûş û  loda  kayê Bê bawer û him nizanin Wek  mirovê bê  îmanin  Ne însanin ne heywanin Ew bêbext û bê ûcdanin Ji  rovî yan   fenek  tirin Ji hemû giyana hov tirin  Se û keftar j'wan çêtirin  L' dijî me ew hirç û gurin Welatê li hev parve kirin Malû milk tev talan kirin Ne mirovin ew dil kevirin Wek dûpişkû marê korin   Hinek  ji wan bivê  nevê Jiyana wan b'êrîş û revê  Jibo wan ave mîza devê  Dil reşin wek tarîya şevê  Ger em nebin yek û milî  Dest têxin dest b'hev tilî Em şax navên ne jî gullî  Wê hêsir bar ji çavê şilî  S Mêrdînî 03.07.2017

HEVALNO!

Resim
HEVALNO! Meke zulmê li xizan, û feqîran tu carî. Tu axa û tu beg bî, yan jî dûpişk û marî. Ger ziyan ji bo te, hîn bûyî û kare. Tu ardûyê ji bo arî, yan jî mozekî harî. Bi êşa tu kesî nabî, xwedî êş û jarî. Tu teht û zinarî, yan jî kevirê dîwarî. Meke tade ê li kesên, bin dest siwarî. Li hespa şîn siwarî, tuyê werî xwarî. Nîne tu tişt li ser, curekê bimîne. Dikevî xwarê wekî, sêva li darî. Meke fîxan ji ber, derdan hevalno. Bi avan tim avisin, her ewrên tarî. Seyda mêrdînî, 28/12/2019

BIHA Û GIRANE

Resim
BIHA Û GIRANE Biha û girane barê me Nexwendî li paş mame Kes tuneye Ii pişta me Geşt dikin li welatê me  Hebûna ji bo me piştek Darek,û kevirek,û qûçek Yan jî lat, taht û zinarek J'xwe ra lê kiriba silavek Felek xayîna mal wêran Wek  ew  kesê  natoran Em dikin qêrîn û hewar Xayîn tim geşt û seyran Kul  û  derdê  me  pirin  Ne bin yek  tucar narin Pê gotî  ji  dûr  di barin Kurd b'wan ne bawerin S mêrdînî, 20.12.20

DEMSAL

Resim
DEMSAL Bihar xweşe, bi keske soran Bihar xweşe, hêşinahiya daran Bihar xweşe, ber karik û berxan Bihar xweşe, li baxên gulan Havîn xweşe, bi paleyî û şixran Havîn xweşe, bi firîkê aringan Havîn xweşe, ba hatina li bêderan Havîn xweşe, li bin sîya daran Payîz xweşe, bi şahî û seyran Payîz xweşe, li cem dost û yaran Payîz xweşe, b'rengê pelê daran Payîz xweşe, b'çûna ser mehseran Zivistan xweşe, bi hatina berfan Zivistan xweşe, êvarî li civatan Zivistan xweşe, li ber arê tifikan Zivistan xweşe, bi çîrokê dapîran. S Mêrdînî. 13.12.20

DILO RABE

Resim
QESÎDE                DİLO RABE Dilo rabe ji xewa xefletê Tu na tirsî ji qîyametê Peyvan bike ji heqîqetê Bi tiştê tewş naçî cenetê Çi dîlberek bi sor û zere Ser pirtûka pêxembere Him seyîde him serwere Him delîl û him rêbere Dilovan ji roja mehşere Rêberê pir geş enwere Kî bi derdê min xebere Gul û rihan wê bi sere Gul û rihanên bihuştê Nûr dibarin ji qudretê Bi nûjdarî bi dadmendî Li feqîran bike rehmetê Jiyan hemî çû bi nezanî Xelas nebû qesr û xanî Dijmin derfet li me anî Tevger kirin ne bi însanî Emê bimrin di roja çara Bidin ser darbest û dara Wê bigerînin li goristana Me têxin nav çar dîwara Mêvanê mar û morî ya Gorek xalî û reş tarî ya Ne pace û ne derî ya Ne çira ye ne ronahî ya  Zemher gorek pir tarî ye Ser kevire bin xwelî ye  Ne doşek û ne balgî ye Rehma xwedê xelasî ye S Mêrdînî, 24.12.19

BIKIN XEBAT

Resim
BIKIN XEBAT Payîz çû hatîye zivistan Rût bûne dar û daristan Jibo me tim berxwedan Li welatê min kurdistan Li  hespê kihêl siwar bin Bi hêz  tim li ser  kar bin Jibo egîdan pişt van bin Bibin milî kurdperwerbin Dijmin l'me rakir ferman Li dij şeran û qehreman Hinek kêf û seyran dikin Hin j êşan dibin derman Tu jibo welat bike xebat Canê xwe bavêjî mazat Ji kurdistan  bibe xelat Pêşkêş bike ji bo welat S mêrdînî, 31.12.20

DERD Û KULÊ ME GIRAN

Resim
DERD Û KULÊ                ME GIRAN Rom û ecem û erebin her wekî sê lib gurin Ew bûn bela  serê me mal, milkê me xwarin Li nava her sê derdan her tim em dîl û êsîr Zana tev xistin zîndan dil bû warê rim û tîr Derd û kulê me giran wek êşa bê dermane Li cîhanê j giyandaran wek me kole nemane Wê kengî j me herin dûr ev her sê derdê gemar Derên j bin tehde û şûr teng bikin cîh li neyar Ta em bibin ser bi xwe azad bijîn wek milet Dadwer were şûna xwe  em bibin xwedî dewlet S mêrdînî. 02.12.20

DELAL TU Çİ LI MIN DIKÎ

Resim
DELAL TU ÇI               LI MIN DIKÎ Delal tu çi li min dikî Derd li min zêde dikî Birîna dilê min vedikî Mêrdînî şerpeze dikî Ez ciwan bûm tu zanî Te kal kirim, li biyanî Pelê dara min weşandî Payîz çû te zivistan anî Delal sor gulek geşî Çav şînek ebrû reşî Nêrgiz û lal û binefşî Şêrîn bi zarekî xweşî Delal hate şane şînê Kevok kurka dihêlînê Ji bona eşq û evînê Dil û cergê min dêşînê Delala min gulek zerî Ne bi kovan û keserî Bê te ez tim dinalim Jibo min can û dîlberî Gula nav baxê bibînî Him yar û him evînî Bejin ziravek çav şînî Dilêmin j'xwer direvînî S mêrdînî. 22.11.20

GERDÛN XWEŞE

Resim
GERDÛN XWEŞE Gerdûn xweşe azadî pê re bê Dostanî xweşe evîn pê re bê Tenduristî xweşe jîn pê re bê Dembihêrk xweşe mey pê re bê Seyran xweşe şahî pê re bê Bênder xweşe dêran pê re bê Camêrî xweşe dirav pê re bê Rêwîtî xweşe hevaltî pê re bê Nûjdarî xweşe gopal pê re bê Zanistî xweşe kedkar pê re bê Weaz xweşe guhdêr pê re bê Guhdêrî xweşe xembarî pê re bê Mêranî xweşe pirranî pê re bê Avayî xweşe kanî pê re bê Malmirov xweşe kebanî pê re bê Emel xweşe raman pê re bê Nimêj xweşe dadmendî pê re bê Bawerî xweşe biratî pê re bê Bi roj xweşe şeva wê pê re bê Bêserf xweşe lezandin pê re bê War xweşe navê wê pê re bê S mêrdînî. 23.11.20

BARAN

Resim
BARAN Baran xêr û ber anî Dibar ji xizna ezmanî Bi dem û bi dewranî Tu ava nava ewranî Baran ava zemzemî Ji bo dilan melhemî B zêr û zîv û dirhemî Tu ava rûbar û çemî Baran ava çemanî Êş û jana xemanî Ji derda re dermanî Tu ava gol û deryanî Baran ava deryanî Dermanê gewrîyanî Ji zeryan ramûsanî Tu ava jîn û jiyanî Baran ava kanîyanî Li cem te koşk û xanî Bingeh tu kes nizanî  Tu ava ewr û ezmanî Baran li jor tê xwarê Demsal meha adarê Şîn dibe pel kê darê Tu ava berfa cobarê S mêrdînî. 21.11.20

WELAT HIŞTIN

Resim
WELAT HIŞTIN Ew reva li ser trektor Ew mal û milk û motor Hemû l'şûna xwe hiştin Berê xwe tev dan sînor Gihaştin hev bi sê hêla Ew tev ba didin simêla Welat hiştin ji xelkê ra Çûne li ber çem û pêla Ew êrîş dikin xêratan Li wan erd û welatan Serê hev dûv dêşînin Jibo çend lib patatan Sond dixun bi telaqê Ji bo hinek erzaqê Li hev dikin lê dayê Kurdên başûr li îraqê Qamişloka minî evînê Keç û xort tev bi xwînê Lê ez çi bikim mixabin Wa tu wana tev dibînê S mêrdînî. 17.11.18

NEYAR XWESTIN

Resim
NEYAR XWESTIN Neyar xwestin wê winda bikin. Rengê kesk, sor, zer, reş bikin. Wê bi xweşî bin ax û gor bikin. Xwest b'keçê xwe b'nav bikin. Ji bo gelê kurd wê ji bîr bikin. Keçek jîr bû xwe winda nekir. Ji neyar û dijmin bawer nekir. Kirasê bê rûmetî li xwe nekir. Li mezinan deng û guh darkir. Wê çand, hunera xwe bi hêzkir. Berê xwe da war û welat bankir. Di girtîgehan berxwedan kir. Rext û tifing wê j xwe re rakir. L qad û li kolana wê şer kir. Wê ala şer hilda û bilind kir. Çi kir çi nekir b'neyar şer kir Tirs j dilê me derxist kar kir. Tirs d'dilê dijmin de b'cî kir. Çep û rastê dijmin tevlî hev kir. Kêşanê dijmin pûç û lal, kerr kir. Hemû dewletê dinya yê hişyar kir. Tiştê nû danî tiştê kevn rakir. Ji bo hejar û feqîra xwe gorî kir. Me delala kurda Arîn bi nav kir. Seyda mêrdînî 28/1/19

POZ BI XIZÊM, NIG XIRXALÎ

Resim
POZ BI XIZÊM                   NIG XIRXALÎ Dil û cerg te sotin dîlber Bax û baxçê sing û ber Bê gotin û him bê xeber Li dilê min daye xencer Lewend wek perî û horî Zend, bend mircan morî Poz bi xizêm, nig xirxalî Sîma nûrek da li derdorî Dema tîr avêt ser vî dilî Ser sînga min dil di kelî Dil firîya bê bask û perî Ser sînga wê dil di helî Dil bûye wek dara bêber Devû ziman nade xeber Çawa bêjim kul û keser Dîlber te çêkirî ye xeter Dîlber tuneye, bivî rengî Kirim aşiqû kirim bengî Wek kar xezala çelengî Dil û cerg l'min kir tengî Wek masîyê derê ji golê Dîn kirime berdam çolê Xwesteka min çû ji holê  Ez çawa hilînim evê tolê S Mêrdînî 28,05,2019

DÛRÎ WELAT

Resim
DÛRÎ WELAT Dûrî welat qet nexweşe Wek zîndanek tarî û reşe Bi welat jiyan xweş dibe Dem û wext pê geş dibe Welat xweşe tim bihara Gul û kulîlkê nav beyara Evîn xweşe timî li wara  Ji bo kesên dost û yara  Niha di destê sê neyara Bûye wekî mindal û zara Cûtin bi dev û  bi dirana Dev b'xwîn, wekî gurana Hewler û qada çar çira Xwîn herikî hetanî vira J koban û efrîn li sê gira Xwîn niqutiye ser kevira Dil dişewtin ji bo hejara Wek têkoşîna notû çara Çav venabe tim ji hêsira Hov dilê wan wek kevira Kêç û xortên wekî sara Ez gorî me hezar cara Soz dane bi herçar hêla Em ê hilînin heyf û tola Bar sivik bû li nexweşa Birîndar û wan ser êşa S Mêrdînî 24/04/2021

HOZAN DILGEŞ

Resim
HOZAN DILGEŞ .... D Hiştin d'nav kul û derda Cerg û dil sotin bi serda Axîn û keser ma di dildmma Te da ser rêya bê veger Kal û bapîr ê me da ser Dilê kurda bi ax û ked Tev bi êş û kerb û keser Jibo welat bûyî serxweş Herdem te xwe dida pêş Wek lehenga dikir şoreş B'tenbûr û b'dengê xweş Hozan dilgeş zerdeştî bû Nisêbîn ji gundê fiskîn bû Malbatek kurd ê êzîdî bû Ji bona welat can gorî bû Ligel netew hozan dilgeş Dengê xweş û rûyê bîgeş Ew strana teyî li bagokê Gelek bi me di hatî xweş Tim dibêjim hozan dilgeş Mêrxasbû di wan rojê reş Hezar rehmet l'gora te bî Bibîr tînin ew dengê xweş Seyda Mêrdînî 01//04//17

AŞÊ KORPAL

Resim
AŞÊ KORPAL Aşê korpal li ber pale Aşekî pir û pirr delale Dîroka ji mêj kevnare Ji wextê  bav  û  kale Aşê korpal ber zinêre Çeqe çeqa li bin gêre Şev û roj heba dihêre Li me dike xêr û bêre Aş li ser çemê şêxane Aşekî xweş û bi xane Bi dîmen û b'xweza ye Nava tixûbê şivistane Find û çira tim li serin Qeraş bi wana digerin Ard di hêr in mîna hinê B kevirê bin û b'ê serin Bi dengekî b teq û teqe Car carna bi leq û leqe Weke  aşê  xalê  hemo Xweserî û b'şeq û şeqe Şagirt devê ferd vekirte Pîva û para qeraş girte J'deh kodik yek yawîye Bi kodika dewl dagirte Hêdî  hêdî ard di hêre Cotikê ferdan dadigire Tênin mal dikin hevîre Hevîr hiltê aş tê ji bîre S mêrdînî, 03.01.21

LI SER TEXTÎ

Resim
LI SER TEXTÎ Tu  delala  li  ser  textî Tu êş û jana her wextî Tu eşq û vîna b'qîmetî Delala  dilê  min welat Tu gul û him gulistanî Tu dar û him daristanî Tu şitl û kulîlkên dilanî Sorgula dilê min welat Tu kovan û xemê minî Tu derman ê dile minî Tu gula nav baxê minî Xema  dilê  min  welat Tu çeper û kozika minî Tu  kewa  gozela minî Tu  şalûl û bilbilê minî Hinavê dilê min welat Tu geşt û seyrana minî Tu kêf û geryana minî Tu horî û bihuşta minî Seyrana dilê min welat Tu  şahî  û  dîlana minî Tu deşt û zozanê minî Tu war û wargeha minî Şahî ya  dilê min welat S mêrdînî. 09.12.19

XERÎBÎ

Resim
XERÎBÎ Ez  li  xerîbiyê  dinalim Şopa welat ez digerim Min şev û roja heware Ew  şopê  ez  nabînim Bêhnvedan û raza bûm Xeyalên  welat de bûm Nihêrî l'çiyayê mazî me Rêka  mêrdînê de bûm Çav ji xewê min vekirî Rondik ji çavan dibarî Wek  barana  hûr hûrî Bi  axîn û hewar û girî Li ber serê min kalekî Ji min çend pirsa dikî Got; seyda yê mêrdînî  Tu  bi keser û bi axînî Ya rebbê min ya xweda Dilovaniyê bike li seyda Dermanê wî li cem teye Jê dûr bike, kul û derda Rê, şopa welat nîşanke Wî ji  xerîbî yê xelas ke Ji  bo  xatirê  navê xwe Tu kurdistan serfirazke S mêrdînî 05/01/2021

XAYÎNÊ ME

Resim
XAYÎNÊ ME Ev çi deme çi zemane Ev çi derde em têdane Welatê me top barane Xayînê me xwe nizane Komê çetan bi sedane Êriş kirin nav gundane Mal û milk kirin talane Xayîn ne dîn ne îmane Zar û zêçê me kuştine Bê penah û cîh hiştine Kal û pîr  şûn de mane Xayîn ji mêj em firotine Nisêbîn pir bi xemgîne Amûd bi wê re dinalîne Qamişlo b'êş û b'birîne Xayîn digel dijmina ne Rojava tevde koçber  bûne Dijmin rê li wan  girti  bûne Dirav û tiştê wan dizî bûne Xayînê me digel wan bûne Pêşîyan ji mere di gotin Neyar bû pir sere neçin Ger bûn ker, lê sarnebin Xayînê me xwe nenasin Qamişlo ka minî evînê Xort û keçên te bi vînê Dinya û alem te dibînê Xayîn û bexîl te nabînê Ez bawerim wê roj were Poşman bibin sera sere Wer vegere perwerdebe Xayîn û bexîlî, ji we here S Mêrdînî, 07//01//2019

DELALÊ

Resim
  DELALÊ Nav delalê   Çav belekê     Dem hevalê       Can li balê Bo te harim    Serte gêjim     Tim dibêjim        Kahr xezalê Bejn sipînge   Bêhna pûnge     Li ser  sînge       Ez li balê  Sîng ji geştê    Bax bihuştê      Lêv niviştê        Ruh li balê  L'min bû şev   Li dû nekev     Ez li ber çav       Tim li balê  Ez helîya me   Ber pêla me     Ez b'xula me       Bejn û balê  Bê hedanim   Mal wêranim     Dil perwanim       Ennî bi deqê S mêrdînî 24/1/20

KURDÊN WELATIM

Resim
KURDÊN WELATIM Kurdên welatim Wek ar û pêt im Ser hişk û latim Tim  li  xebat im Rind û gemarin Agirpij ê bi arin Kavil   dîwar  in Serê hev xwarin Gelekî di bez in Hin şer û bazin Ji hev bi gaz in Quling û qaz in Hezar sale evin Mil nadin hevin Car car li hevin Car na di rev in Ew  xwedî ol in Gora hev kol in Bi  zarek î lal in Tim pezê kolin Kesên lawazin Şewaz awazin Pir belengazin Tim li hevrazin Ji xwere marin Dijmin re yarin J'xwer bêwarin  J neyar biwarin J neyar re şîr in J xwer re şûr in Kole  û  hêsîr in Ji me re  mîr in Derve dengbêjin Li mal lal û gêjin Dijminre bi warin Tim li erda sar in Ji neyar re pir in Ji bo xwe  gir in L derve pisporin  Li hundir kerr in Dijmin re li kar in Ji xwe re bêkarin Ji xelkê re herîrin Ji xwe re gincirin Ew kurmê darin Ne yek in çar in Bûne heft zarin  Mîx ê  zingar in Ji hev ne pişt in Pir hevdû kuştin Mar  û  dûpişkin Ne bûn tu tişt in Dibên ez û ezim Ez xwedî pezim  Kesek ne laz im Ji xwer dibezim Seyda mêrdînî 02//02//2020

LÊ GULA MIN

Resim
LÊ GULA MIN Ne saxim bi jan û êşim  Ji bona te b'derd kêşim  Aşiqê wan çavên reşim Lê gula min gul rindikê Ez kuştim bi'derdê dilan Hêz nîne di herdu milan Hêsir ziwa bûn ji çavan Lê gula min gul rindikê Gulê rind û kar xezale Gul sosin û him jî lale Dil  ji bo wê tim dinale  Lê gula min gul rindikê  Gulê kulîlka nav rezan Gulstêrka baxê xerzan Nînin kêfa dil nexwazan Lê gula min gul rindikê  Min û te ji hev hez dikir Dilê min te pir geş dikir Sînga spî min geşt dikir Lê gula min gul rindikê  Heta saxbim ezê bêjim  Rondikê çavan bi rêjim Jibo gulê herdem gêjim Lê gula min gul rindikê S mêrdînî 20.05.2020