BIHA Û GIRANE


BIHA Û GIRANE



Biha û girane barê me

Nexwendî li paş mame

Kes tuneye Ii pişta me

Geşt dikin li welatê me 


Hebûna ji bo me piştek

Darek,û kevirek,û qûçek

Yan jî lat, taht û zinarek

J'xwe ra lê kiriba silavek


Felek xayîna mal wêran

Wek  ew  kesê  natoran

Em dikin qêrîn û hewar

Xayîn tim geşt û seyran


Kul  û  derdê  me  pirin 

Ne bin yek  tucar narin

Pê gotî  ji  dûr  di barin

Kurd b'wan ne bawerin


S mêrdînî, 20.12.20

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL