DERD Û KULÊ ME GIRAN
DERD Û KULÊ
ME GIRAN
Rom û ecem û erebin
her wekî sê lib gurin
Ew bûn bela serê me
mal, milkê me xwarin
Li nava her sê derdan
her tim em dîl û êsîr
Zana tev xistin zîndan
dil bû warê rim û tîr
Derd û kulê me giran
wek êşa bê dermane
Li cîhanê j giyandaran
wek me kole nemane
Wê kengî j me herin dûr
ev her sê derdê gemar
Derên j bin tehde û şûr
teng bikin cîh li neyar
Ta em bibin ser bi xwe
azad bijîn wek milet
Dadwer were şûna xwe
em bibin xwedî dewlet
S mêrdînî. 02.12.20
Yorumlar
Yorum Gönder