HEYE MIZGÎN
HEYE MIZGÎN
Heye mizgîn bê te dil
Vemirin ev derd û kul
Derman bibe çavênşil
Welat bibe baxê gul
Welat tev de bihuşta
Dijmin ji xwe re hişta
Bav û kalê meyî dîn
Tev firotin bi benîşta
Kuştin bi kerb û bi kîn
Newal tijî bûye ji xwîn
Kengî ji bo me mizgîn
Divê azad bim b'lezgîn
Ez seydayê mêrdînim
Herdem ez bi qêrînim
Dil û cergê min b'birîn
Tim l'benda mizgînim.
S mêrdînî. 07.11.20
Yorumlar
Yorum Gönder