DIL BIÊŞ IM!



DIL BIÊŞ IM!


Eve halê min evdalekî dil biêş im.

Jibo qêrîna zarokê welat diêş im.

Ji cîran re ez xêr xwaz û yar im.

Ji rebena ez mîna zozan û war im.

Ji bo wan ez gelekî deyn dar im.

Mîna ava delavan pirr bi kar im.

Hevaltî ya bi xayîn re ez dûr im.

Li hember dijmin ez wek mar im.

Ji bona welatperwerî ez li kar im.

Ji ber welat lewra bi pêt û ar im.

Wek bîna xweş ji sosin û gulzar im.

Wê kêlikê dibêm qey ez bihar im.

Li me kurda bike rehmê xwedêyo!.

Rê windayî b'hewar û bê çar im.

Seyda mêrdînî 21/1/20

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL