DÛRÎ WELAT
DÛRÎ WELAT
Dûrî welat qet nexweşe
Wek zîndanek tarî û reşe
Bi welat jiyan xweş dibe
Dem û wext pê geş dibe
Welat xweşe tim bihara
Gul û kulîlkê nav beyara
Evîn xweşe timî li wara
Ji bo kesên dost û yara
Niha di destê sê neyara
Bûye wekî mindal û zara
Cûtin bi dev û bi dirana
Dev b'xwîn, wekî gurana
Hewler û qada çar çira
Xwîn herikî hetanî vira
J koban û efrîn li sê gira
Xwîn niqutiye ser kevira
Dil dişewtin ji bo hejara
Wek têkoşîna notû çara
Çav venabe tim ji hêsira
Hov dilê wan wek kevira
Kêç û xortên wekî sara
Ez gorî me hezar cara
Soz dane bi herçar hêla
Em ê hilînin heyf û tola
Bar sivik bû li nexweşa
Birîndar û wan ser êşa
S Mêrdînî 24/04/2021
Yorumlar
Yorum Gönder