KURDÊN WELATIM
KURDÊN WELATIM
Kurdên welatim
Wek ar û pêt im
Ser hişk û latim
Tim li xebat im
Rind û gemarin
Agirpij ê bi arin
Kavil dîwar in
Serê hev xwarin
Gelekî di bez in
Hin şer û bazin
Ji hev bi gaz in
Quling û qaz in
Hezar sale evin
Mil nadin hevin
Car car li hevin
Car na di rev in
Ew xwedî ol in
Gora hev kol in
Bi zarek î lal in
Tim pezê kolin
Kesên lawazin
Şewaz awazin
Pir belengazin
Tim li hevrazin
Ji xwere marin
Dijmin re yarin
J'xwer bêwarin
J neyar biwarin
J neyar re şîr in
J xwer re şûr in
Kole û hêsîr in
Ji me re mîr in
Derve dengbêjin
Li mal lal û gêjin
Dijminre bi warin
Tim li erda sar in
Ji neyar re pir in
Ji bo xwe gir in
L derve pisporin
Li hundir kerr in
Dijmin re li kar in
Ji xwe re bêkarin
Ji xelkê re herîrin
Ji xwe re gincirin
Ew kurmê darin
Ne yek in çar in
Bûne heft zarin
Mîx ê zingar in
Ji hev ne pişt in
Pir hevdû kuştin
Mar û dûpişkin
Ne bûn tu tişt in
Dibên ez û ezim
Ez xwedî pezim
Kesek ne laz im
Ji xwer dibezim
Seyda mêrdînî 02//02//2020
Yorumlar
Yorum Gönder