ÇIMA CANO!
ÇIMA CANO!
Bi zewq û
eşqa te rê
kir temenê
xweyî hêja
Çima cano!
hişyar nabî
ji vê zilma
tu dûr nabî
Wekî pûş
û kerengê
payizî hişk
temen çûyî
Şermê nakî
tu kal bûyî
ji xewa kûr
hişyar nabî
Er ê xorto !
emir kino !
d'van çend
rojê tu xortî
Xebat bike
şev û rojan
ma tu kalî
qe bîr nabî
Îman warê
te bit xorto!
kerem karê
te bit cano!
Xebat barê
te bit berxo!
li pey bextê
xwe bizano!
Zû vegere ji
wan timtêlê
xwe yî pîs û
qirêj cano !
Ji gelê xwe
lê borînê bi
sed caran
bixwaz cano!
Ev sermaye
ji yên hêja,
evan rojên
te ye dîlber!
J'dest herin
evan rojan
ji par re na
yên cano !
J'wanan tu
çi ji xwe re
bi bî kar û
kare berxo!
S mêrdînî
16/02/20
Yorumlar
Yorum Gönder