XAYÎNÊ ME
XAYÎNÊ ME
Ev çi deme çi zemane
Ev çi derde em têdane
Welatê me top barane
Xayînê me xwe nizane
Komê çetan bi sedane
Êriş kirin nav gundane
Mal û milk kirin talane
Xayîn ne dîn ne îmane
Zar û zêçê me kuştine
Bê penah û cîh hiştine
Kal û pîr şûn de mane
Xayîn ji mêj em firotine
Nisêbîn pir bi xemgîne
Amûd bi wê re dinalîne
Qamişlo b'êş û b'birîne
Xayîn digel dijmina ne
Rojava tevde koçber bûne
Dijmin rê li wan girti bûne
Dirav û tiştê wan dizî bûne
Xayînê me digel wan bûne
Pêşîyan ji mere di gotin
Neyar bû pir sere neçin
Ger bûn ker, lê sarnebin
Xayînê me xwe nenasin
Qamişlo ka minî evînê
Xort û keçên te bi vînê
Dinya û alem te dibînê
Xayîn û bexîl te nabînê
Ez bawerim wê roj were
Poşman bibin sera sere
Wer vegere perwerdebe
Xayîn û bexîlî, ji we here
S Mêrdînî, 07//01//2019
Yorumlar
Yorum Gönder