BI RENG Û RÛYÊ
BI RENG Û RÛYÊ
Ne be heval û hogirê, bêbextê ser kêşan.
Beramberî ya bi wan re, her wekî jarr û jane.
Hevaltî ya neyarê jîr û bi dad, baş û rind.
Ji nizm bûna ser kêşan, pirr çêtir bizane.
Bi reng û rûyê zimanê xweş nexapin.
Pir ê kar û barê mirovan, tevlî hev û ziyane.
Bi kal û pîran, mezinan re rabe rûnên.
Rûniştina bi wan re, wek baxên bihuştane.
Ger sed hezar gulê tî, bê av bin li çiyan.
Ji bo mirovên hêjan, re xweş zozane.
Bes e ma heye, ji ava heyatê wê de.
Ger were kanî yê, tu kesek pê nizane
Ya Rebb kurdê cur bi cur li kurdistan
Tu wan tim bi parêze ta axir zemane
S mêrdînî, 02.01.21
Yorumlar
Yorum Gönder